Li Diyarbekirê 5 kes bi tometa PKKê hatin girtin
Lêgerîna ji bo girtina 4 kesên din berdewam e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Diyarbekir yê Bakûrê Kurdistanê herî kêm 5 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin.
Hêzên asayiş û polîs ji duhî ve li bajarê Diyarbekirê dest bi girtina endam û alîgirên PKKê kirine.
Li gorî agahiyan, destpêkê 18 kes hatin desteserkirin lê piştî lêpirsînê 13 kes ji wan bi şert hatin berdan û 5 kes jî hatin girtin û bo girtîgehê hatin şandin.
Lêgerîna ji bo girtina 4 kesên din berdewam e.