Gorên 11 welatiyên Êzidî li derdora Şingalê hatin vekirin

Ji bo testa DNA, termên qurbaniyan ji bo Fermangeha Bijîşkiya Dadî hatin şandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Şingalê bi hevahengiya bi Fermangeha Bijîşkiya Dadî ya parêzgeha Neynewayê, gorên 11 welatiyên Êzidî li çend navçeyên derdora Şingalê vekirin.

Polîsa Şingalê ragihand, gorên 11 welatiyên Êzidî ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin hatin vekirin û ji bo testa DNA, term ji bo Fermangeha Bijîşkiya Dadî hatin şandin.

Heta niha 85 gorên bikomî li Şingal û derdora wê hatine dîtin ku qurbaniyên wan ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin û piraniya wan Kurdên Êzidî ne.

Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014an êrîşî Şingalê kir û dagîr kir, bi gihîştina wê herêmê re hejmarek mezin ji Êzidiyan şehîd kirin û hejmareke din jî revandin.