Serê Kaniyê.. Leşkerekî Rûsî di teqînekê de hat kuştin
Hejmarek leşkerên din jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna mînekê li gundewarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de, leşkerî Rûsî hat kuştin û hejmarek leşkerên din jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Esediyê yê Serê Kaniyê bombeyeke vedayî bi otomobîleke leşkerî ya Rûsî teqiya û di encamê de leşkerekî Rûsî hat kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Diyar kir jî, piştî teqînê helîkopterên Rûsî gihîştin cihê teqînê û birîndar rakirin.
Gundê Esediyê li Serê Kaniyê li ser xeta di navbera herêmên hêzên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike û herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikeve. Hêzên Rûsî jî ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gerên çavdêriyê li herêmê dike.