Konsulê Brîtanyayê: Em ji êrîşên ku bi ser Pêşmerge de têne kirin nîgeran in

Konsulê Brîtanyayê yê li Hewlêrê James Thornton ragihand; bûye 30 sal ew li vir in û ji bo Herêma Kurdistanê seqamgîr bibe û hêzên Pêşmerge bibin yek, dixebitin.

Konsulê Brîtanyayê yê li Hewlêrê James Thornton
Konsulê Brîtanyayê yê li Hewlêrê James Thornton

Hewlêr (K24) -  Konsulê Brîtanyayê yê li Hewlêrê James Thornton ragihand; bûye 30 sal ew li vir in û ji bo Herêma Kurdistanê seqamgîr bibe û hêzên Pêşmerge bibin yek, dixebitin. Herwiha diyar kir ku êrîşkirina ser Pêşmerge û êrîşên ku bi ser Hewlêr û Hevpeymaniya Navdewletî de hatine kirin, Brîtanya nîgeran kirine.

James Thornton beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û ragihand: “Serdana Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê gelek girîng bû, pabendiya Brîtanyayê bi pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan dide. Em 30 sal berî niha di derxistina biryara 688an de beşdar bûn. Piştî 30 salan em hê jî li vir in. Em dixwazin herêmeke pêşketî û seqamgîr bibînin. Ev peyama Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab bû.”

Thornton diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herêm bi giştî dostên baş ên Brîtanyayê ne. Me dît ku herêmeke bi bandor û dostekî me yê baş û nêzîk e. Ya ku li Herêmê heye, li cihên din ên Iraqê tune ye, weke hebûna hikûmeteke yekgirtî ya bihêz û asayîş. Em dixwazin ev herêm di çarçoveya destûra Iraqê de weke herêmeke otonom bimîne. Em dixwazin hemahengiyên me berdewam bikin. Ji ber vê yekê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ji Bexdayê hat Herêmê. Gelek caran serdan dike, lê ew serdana paytextên din nake, lê vê carê hatiye Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.”

James Thornton li ser êrîşên Hewlêrê û girîngiya ewlekariya herêmî ya ji bo Brîtanyayê got: "Em dixwazin herêm aram bibe. Mafê her netew û herêmê heye ku bi aramî bijî. Êrîşa li dijî Pêşmerge û Hevpeymanan me nîgeran dike. Em nîgeran in ku DAIŞ êrîşî Hevpeymanan û pêşmergeyan dike. Em hewl didin têkiliya di navbera saziyan de xurt bikin. Em li ser reformên pêşmergeyan dixebitin.”