Li Bane kolberek di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû
Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû.
Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Hengejale li nêzîkî bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê komek kolberên Kurd dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Rehman Kerîmpûr giran birîndar bû.
Ew kolberê ku birîndar bûye, xelkê bajarokê Bane bûye û niha li nexweşxaneya wî bajarî hatiye razandin.