Amerîka êrîşa li ser Efrînê şermezar dike

Wezareta Derve ya Amerîka êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê şermezar kir.

Êrîşa li ser nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê
Êrîşa li ser nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê şermezar kir û daxwaza agibesteke giştî li seranserî Sûriyê kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price di daxuyaniyekê de êrîşa li ser nexweşxaneya Şîfa ya li Efrînê şermezar kir û ragihand, nabe kesên sivîl û jêrxaneya bajêr û di nav de nexweşxane bibin armancên karên leşkerî.

Diyar kir jî, di dema dawî de tundûtûjî li bakur û bakurê rojavaya Sûriyê zêde bûye û ev êrîşa li ser Efrînê beşek ji wê tundûtûjiyê ye.

Got jî: Êrîşa li ser Efrînê, beşek ji gurbûna tundûtûjiya vê dawiyê ya li bakur û bakurê rojavaya Sûriyê ye û daxwaz kir, agirbesteke giştî li seranserî Sûriyê were ragihandin û tundûtûjî were rawestandin.

Pêr 12ê Hezîranê hejmarek mûşek li taxên sivîl û nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê ketin û di encamê de 20 kesên sivîl şehîd bûn û derdora 40 kesî jî birîndar bûn.