Li Helebceyê teqînekê rû da

Li gor zanyariyên destpêkê, kesek hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Şarewanî ya Helebceyê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê, kesek hatiye kuştin.

Peyamnêra K24ê li Helebceyê got, teqîn li nava parka Aştî ya li taxa Şarewanî rû daye, kesekî canê xwe ji dest daye. 

Peyamnêra K24ê da zanîn jî, kesê canê xwe ji dest daye   narincoyek pê re bû, lê nayê zanîn ku naricok bi xwe teqiya yan, wî xwe kuştiye.

Diyar kir jî, termê kesê kuştî ji bo Rêveberiya Bijîşkiya Dadî hat veguhastin û hêzên ewlekariyê dest bi lêkolînê kirine.

Di wê derbarê de Asayişa Helebceyê di daxuyaniyekê de ragihand, kesekî 22 salî yê bi navê Rêkan Tehsîn Fetah li parkeke taxa Şarewanî bi narincoyekê dawî li jiyana xwe anî.

Asayişa Helebceyê diyar kir jî, lêkolîn di derbarê vê bûyerê de berdewam dibin.

Rêkan Tehsîn Fetah