Dr. Ciwan Mistefa: Divê welatî vaksînê werbigirin

Proseya vaksînkirinê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e, lê beşekji welatiyan ji vaksînkirinê bi tirs in.

Qamişlo (K24) – Proseya vaksînkirinê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e, lê beşek ji welatiyan ji vaksînkirinê bi tirs in û daxawzê dikin ku sûdeya vê vaksînê ji wan re were piştrastkirin.

Li bajarokê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê proseya vaksînkirinê dest pê kiriye û kesên temen mezin û nexweşiyên giran bi wan re hene, berê xwe didin navenda tendirustiyê, da ku vaksînê bistînin û ji metirsiya vîrûsa Koronayê xilas bibin.

Bi nerîneke cuda jî, beşek ji welatiyên bajêr vaksînkirinê red dikin û metirsîdar in ku piştî stendina vaksînê, ziyan bigihêje tendirustiya wan û daxwazê ji berpirsên tendirustiyê dikin ku sûda vê vaksînê ji wan re piştrast bikin.

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa bang li welatiyên temenê mezin û nexweşiyên giran dike ku vaksînê bistînin û tekez dike ku ti metirsî ji vaksîna tune ye.

Dr. Ciwan Mistefa ji K24ê re got: “Nîşaneyên vakîsînê ji kesekî bo kesekî din cuda ye, li hin kesan sivik e û li hin jî hinekî giran dibin, ew jî vedigere sîstema berevaniya mirov. Her kesê temenê wî mezin e û nexweşiyên wan hene, divê vê vaksînê werbigire, ji bo xwe û malbatên xwe biparêzin.”

26ê Gulana bihurî, Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dest bi proseya vaksînkirinê kir û ta niha 23 hezar vaksîn gihiştiye ber destê wan û ta niha zêdetir ji 3500 welatiyên Rojavayê Kurdistanê vaksîn stendine.

Li gor berpirsên tendirustiyê jî, pêwîstiya deverê jî bi kêmanî bi 600 hezar vaksînê heye, da ku sînor li ber belavbûna veyrûsê were danîn.

Fly Erbil Advertisment