Encûmena Şêwermendî ya Êzîdî seroka xwe ya nû hilbijart
Encûmena Şêwermendî ya Êzîdî li Almanya kongreya xwe ya sêyemîn girê da.
Frankfurt (K24) – Encûmena Şêwermendî ya Êzîdî li Almanya kongreya xwe ya sêyemîn li bajarê Frankfurt girê da. Di kongreyê de serokatî û cîgirên Navendê yên nû hatine helbijartin û ji bo cara yekemîn e jinek dibe seroka navendeke olî.
Sêyemîn Kongira Encûmena şêwermendî ya Êzîdî ku ji sala 2017an ve bi fermî ku kar û xebata xwe li Almanya û li Kurdistanê ji bo civaka Êzîdî dike, kongreya xwe ya sêyemîn li bajarê Frankfurt girê da.
Di wê derbarê de Endama Encûmena Şêwermendî ya Êzîdî Ebîr Elî ji K24ê re got: “Ev Kongreya Sêyemî ya Encûmena Şêwermendî ya Êzîdî ye. 21 komele û malên Êzidiyan di kongreyê de amade ne. Em her du salan komcivîna xwe ya berfireh girê didin, serok û her sê cîgirên wî tê hilbijartin. Carên pêştir jî, serok ji Kurdên Tirkiyê, Sûriye, Iraq û Kurdên Qafqasiya hebû.”
Ji aliyê xwe ve, Seroka Encûmena Şêwermendî ya Êzîdî ya nû hatiye hilbijartin Zamfîra Dilovanî ji K24ê re axivî û got: “Projeyên me ji bo Êzidiyên Almanya û welatên din hene. Pêwendiyên me bi Êzidiyên Ermenistanê, Sûriye, Tirkiye û Iraqê re heye û em dixwazin pêwendiyên kûrtir jî bikin. Salek e ji ber nexweşiya Koronayê me nikarî karên xwe bi awayekî baş bikin, em bi hêvî ne ku Korona bi dawî bibe û em bikarin serdana welatên din jî bikin
Kongreya Encûmena Şêwermendî ya Êzîdî wek salên berê, tê de 29 komele û bi dehan kesayetiyên navdar amade bûn û biryar li ser bihêzkirina pêwendiyên derve û bi taybet li Kurdistanê, guhdana bi genc û jinên Êzîdiyan û berfirehkirin qewareya encûmenê ji bo navendeke cîhanî dan.