Dengbêj Mihemedê Têrkî berî 70 salî dest bi dengbêjiyê kiriye

Dengbêj Mihemedê Têrkî ji ber dizîna stranên Kurdî, 35 salan navber daye dengbêjiyê

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê dengbêjek ku ji zaroktiya xwe ve dengbêjiyê dike ji ber ku bi salan stranên Kurdî hatine dizîn navbereke dirêj daye dengbêjiyê û ji ber cerdewanî lê hatiye sepandin wî ev yek qebûl nekiriye û dest ji gundê xwe berdaye.

Kevir û dîwarên dîrokî yên navçeya Sûra Diyarbekirê ku bi salan şahidiya dîrokê kirine niha jî guhdariya stranên dîrokî dikin. Ev stranên dîrokî jî ji dengê Dengbêj Mihemedê Têrkî di nava kolanan de deng vedide. Dengbêj Mihemedê Têrkî di nava kolanên dîrokî yên Sûrê de hewl dide ku dengbêjiya xwe bidomîne. Mihemedê Têrî di sala 1937an de li Gundê Virduwan a Pîran a Diyarbekirê hatiye dinê. Çanda dengbêjiyê di malbata wan de ji bapîrê wî belav bûye û ji zaroktiya wî ve jî bala wî her li ser dengbêjiyê bûye.

Dengbêj Mihemedê Têrkî ji K24ê re got: “Rehmetiyê kalikê min ango bavê diya min dengbêjek mezin bû. Diya min ji wî hîn bibû lê bavê min mirovek hişk bu û diya min nediwêrî bêje. Dema em diçûn nava zeviyê diruna berheman diya min ji me re digot û ez ji wê hîn bûm. Navê min deng veda û belav bû.”

Di sala 1986an de leşker diavêjin ser gundê Mihemedê Têrkî û bi darê zorê dixwazin wî bikin cerdevan, lê Dengbêj Mihemedê Têrkî vê yekê qebûl nake. Ji ber ku qebûl nake jî li gund guvaşên ser wî zêde dikin û dorê lê teng dikin. Ew jî neçar dimîne û wekî gelek welatiyan berê xwe dide Diyarbekirê û li navendê li nava Sûrê bi cih dibe. Dûrmayîna ji gund dile wî dişkîne û piştî kut ê Diyarbekirê jî dibîne gelek stranên ku wî ji zaroktiya xwe ve guhdarî kiriye ji Kurdî hatine dizîn û ji ber vê yekê bi hêrs dibe û bi qasî 35 salan stranan nabêje.

Dengbêj Mihemedê Têrkî dibêje: “Ez dîn dibûm. Min qet nedixwest êdî deng ji min derbikeve. Diçûn stranên me yên bi Kurdî didiziyan. Ji ber wê ez bi hêrs bûm. Di dawetekê de jinek ket destê min ku wê demê gelek şerm bû. Ji min re gotin Eyşa Şan e.”

Mihemedê Têrkî ku temenê wî 84 sal in û 70 sal berê dest bi dengbêjiyê kiriye dibêje ji bo dengbêjekî dûrmayîna ji stranan gelek zehmet e û dengbêjî wek nefesekê ye bo wî, ji ber vê yekê jî wî hew karî ye xwe bigire û dîsa li nava kolanên Sûrê di civata nas û dostan de car caran qasî ku bikare stranên xwe dibêje.