Li Silêmaniyê Festîvala Edebî ya Kurdistana Mezin hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Festîvala Edebî ya Kurdistana Mezin ji bo cara yekê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Di vê festîvalê de, ku 28 helbestvan ji her çar parçeyên Kurdistanê tê de amade bûn, awayên nûjen ên helbestan û teknîkên erûzê hatin nirxandin û berhemên herî serkeftî hatin xelatkirin.

Serokê vê festîvalê Rizgar Çawşîn ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev festîval wekî pêngaveke dîrokî di warê helbestên Kurdî de tê hesibandin, ji ber ku ev cara yekê ye ku festîvaleke bi vî rengî li Kurdistana Mezin bi rê ve diçe.”

Herwesa got: “28 helbestvanên xwedî behre tevlî vê festîvalê bûn û berhemên wan pêşkêşî lijneya dadweriyê hatin kirin. Hinek hosta û şarezayên vê qadê lêkolîn li ser helbestan kirin û bi hûrgulî nirxandin ji bo şiyan, rêziman û afirîneriya wan kirin."

Eşkere jî kir: "Di encama dawiyê de, helbesta Ademê Hewayî bi xweşiktî û kurtbiriyê hat nasîn, lê lijneya dadweriyê pilebendî ji bo wê red kir. Herwesa helbesta Rêbwar Ademî jî bi nîşandana ciwankarî, ked û ezmûna wî ya helbestvaniyê wekî berhemeke jêhatî hat nirxandin.

Di eynî demê de, helbesta Cehfer Hesen wekî kurtirîn û bêkêmasîtirîn helbesta festîvalê hat nasandin, ji ber ku tu şaşiyên rênivîsê tê de nebûn, lê ji ber ku ji 'behra têkelkirî' nebû pilebendî jê re nehat kirin."

Serokê wê festîvalê behsa pişkên giring ên festîvalê kir û got: "Di pişka Zulbehreynê de jî, du helbest ji asta bilind hatin pêşkêşkirin, ku mamosta Emînê Emînî û Haratê Zade şiyanên xwe nîşan dan.

Van her du helbestvanan di azmûngeha 'erûzê' de şiyanên xwe nîşan dan kirin û li dawiyê helbesta Haratê Zade wekî xweşiktirîn helbesta festîvalê hat ragihandin. Herwesa awayê festîvala behra têkelkirî ji aliyê mamosta Omer û Haratê Zade ve hatiye amadekirin, û hizra Zulbehreynê jî ji aliyê mamosta Emînê Emînî ve hatiye danîn, ku wekî sembola Zulbehreynê' tê naskirin."

Festîvala Edebî ya Kurdistana Mezin ji 28 helbestvanan pêk hatibû, ku Rizgar Çawşîn serokê wê festîvalê bû û rêveberiya ragihandinê ji aliyê Qehar Şêxanî ve bi rengekê serkeftî hat kirin. Ev festîval wekî parek ji dîroka nû ya helbestên Kurdî tê hesibandin, ji ber ku afirandin, hizirên nû û hevgirtina helbestvanên hemî parçeyên Kurdistanê vegirtibûn.