Li Tirkiye û Bakur 17 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin

Lêpirsîna li ser gumanbaran li avahiya Ewlehiya Diyarbekirê berdewam dike.

Diyarbekir (K24) – Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di operasyonekê de 17 endamên DAIŞê hatin desteserkirin.

Di lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê li Diyarbekir, Meletî, Mugla û Bursayê hêzên asayişe ji bo desteserkirina 19 gumanbarên DAIŞê operasyonek pêk anî.

Di operasyonê de 17 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Herwiha si encama operasyonê de demanceyek û guleyên demanceyê û hin amûrên dijîtal jî hatin desteserkirin.

Lêpirsîna li ser gumanbaran li avahiya Ewlehiya Diyarbekirê berdewam dike.

Fly Erbil Advertisment