Fraksiyona PDKê pêşwazî li cibicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dike

Fraksiyona PDKê: Em pêşwazî li hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikin ku ji bo pirsa budceyê her dem li ser xetê bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, ew pêşwazî li hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikin ku ji bo pirsa budceyê her dem li ser xetê bû. Herwiha Fraksiyona PDKê destnîşan kir, Serokwezîr amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cibicîkirina erkên vê rêkeftinê û vegerandina mafên xelkê Kurdistanê dubare kiriye.

Fraksiyona PDKê di daxuyaniyekê de ragihand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhê êvarê ragihand, ew bi Serokwezîrê Iraqê re axiviye û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê cibicî dibe.”

Fraksiyona PDKê dibêje: “Em di Fraksiyona PDKê de, pêşwazî li vê hewlê dikin û wê wek vekirina deriyekî ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dibînin.”

Di daxuyaniyê de hat got: “Cihê xwe ye li vir destxweşiyê li hewlên bêdawî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bikin ku du roj piştî sûndxwarina xwe wek Serokwezîr, xwast pirsgirêkên li gel Bexdayê çareser bike. Ji bilî ku di vê heyamê de bi berdewam li ser mijara bûdceyê li ser xetê bû û şanda hikûmetê raspard û desthilata rêkeftinê daye ku ligel Bexdayê li ser şandina bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev bike û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cibicîkirina erkên xwe yên di vê rêkeftinê de ji bo vegerandina mafên gelê Kurdistanê dubare kir.”

Fraksiyona PDKê dibêje: “Wek di dema derbasbûyî de Serokwezîr gotibû, ji bilî budceyê, gelek pirsên din jî hene ku divê bi Hikûmeta Iraqê re bên çareserkirin û pirsa şandina budceyê dikare çareserkirina pirsên din jî li pişt xwe bîne.”