Bi 2 droneyan êrîş li Firokxaneya Bexdayê hate kirin
Her du droneyên bombekirî ji bo armanckirina Firkoxaneya Navdewletî ya Bexdayê hatibûn arastekirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi du droneyên bombekirî êrîş li Firokxaneya Baxdayê hat kirin, lê li asman hatin teqandin.
Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqê belav kir, derengê şeva borî, Fermandariya Operasyonên Bexdayê du droneyên bombekirî li asmanê leşkergeha Reşîd li başûrê Bexdayê teqandin ku ji bo armanckirina Firkoxaneya Navdewletî ya Bexdayê hatibûn arastekirin.
Di çend rojên borî de, çendîn car in bi riya droneyên bombekirî êrîş li ser Firokxaneya Bexdayê hatine kirin. Her du mîlîşyayên Ketayib Hizbullaha Iraqê û Asayib Ehil El-Heq jî aşkere radigihînin, heta Amerîka ji Iraqê venekişe, ew ê di van êrîşan de berdewam bin.