Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê lêkolînê li ser dosyeya girtina HDPê dike

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, yekem lêkolîna li ser dosyeya girtina HDPê, 21’ê Hezîranê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, yekem lêkolîna li ser dosyeya girtina HDPê, 21’ê Hezîranê dike.

Dadgeha Destûrê, bi armanca lêkolîna doznameya girtina HDPê, raporterek erkdar kir û biryar da, li ser doznameyê 21’ê Hezîranê lêkolîn bike. 

Civata Giştî ya Dadgeha Destûrê, di çarçoveya doznameyê de li ser daxuyanî, kar û çalakiyên ku wek hinceta girtina partiyê tên nîşandan jî lêkolîn bike.

Dadgeha Destûrê hê berê doznameya Dadgeha Bilind ji ber kêmasiyan paşde vegerandibû. Beriya çend rojan careke din doznameyê girtina HDPê arasteyê dadgehê hatibû kirin.