Mesrûr Barzanî kevirê bingehê yê projeya kargeha cotyaran datîne
Ev proje, yek ji projeyên girîng û stratejîk ên aborî ye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Hezîrana 2012ê, kevirê bingehê yê projeya kargeha cotyaran ji bo berhemanîna (fîngerên petate) li nahiya Roviyan tê danîn.
Ev proje ji aliyê kompanyaya (K. H Kurdistan - Hollanda) û bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nêzîkî 10 milyon Dolar tê cibicîkirin.
Ev proje, yek ji projeyên girîng û stratejîk ên aborî ye ku hevkar dibe ji bo dabînkirina asayişa xwarekê li Herêma Kurdistanê û berhemên cotkaran jî sax dike. Herwiha dê piştgiriyek ji cotkaran re be, da ku karên xwe yên çandiniyê berdewam bikin.
Bi giştî, li çend deverên parêzgeha Duhokê, zevîyên guncayî ji çandina petata (kartol) hene û salên berê bi sedan ton patata hinardeyî derveyî welat dihat kirin.