Li Wanê qedexe heta 15 rojên din hat dirêjkirin
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê berî ku qedexe bi dawî be tê dirêjkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê berî ku qedexe bi dawî be tê dirêjkirin. Li parêzgehê careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha heta dema 15 rojên din hat dirêjkirin.
Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî, eşkere kir ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniyekê Parêzgariya Wanê, ji roja pêncşemê 18ê Hezîrana 2021ê heta 2yê Tîrmeha îsal, heta dema 15 rojan hemû cûre xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha qedexe ne.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, tedbîrên Koronayê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.
Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji parêzgar û qeymeqam destûrê didin.