NY: Zêdetirî 82 milyon kes aware bûne
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand; hejmara kesên ku ji ber nakokî û çewsandinê û binpêkirina mafên mirovan neçar bûne ku cih û warên xwe bi cih bihêlin, gihiştiye zêdetirî 82 milyon kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand; hejmara kesên ku ji ber nakokî û çewsandinê û binpêkirina mafên mirovan neçar bûne ku cih û warên xwe bi cih bihêlin, gihiştiye zêdetirî 82 milyon kesan.
Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê eşkere kir; hejmara wan kesên ku ji ber nakokî û çewisandin û binpêkirina mafên mirovan li seranserê cîhanê aware bûne, di van deh salên dawî de du qat zêde bûne û hejmara wan gihiştiye 82 milyon û 400 hezar kesan.
Herwiha li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, %70yê awarebûnê, li welatên Sûriye, Venezuela, Efxanistan, Miyanmar û Başûrê Sûdanê ye.