MSDê daxuyaniyek derbarê êrîşa ser nexweşxaneya Efrînê de belav kir
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bi encamdana êrîşa ser nexweşxaneya Efrînê tohmetbar dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bi encamdana êrîşa ser nexweşxaneya Efrînê tohmetbar dike.
MSD di daxuyaniyeke xwe de Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê tohmetbar dike ku êrîşa ser nexweşxaneya Efrînê encam dane. MSDê eşkere kir: “Wan dixwest projeya MSDê li herêmê jinav bibin beriya ku Biden û Erdogan civîna xwe encam bidin.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê li paş wê bûyera êrîşkirina ser nexweşxaneya Efrînê ye û ew berpirs in ji qurbaniyên bûyerê.”
MSD dibêje ku Opozîsyona Sûriyê xwestiye serkirdeyên MSDê ku li dijî DAIŞê li herêmê rola wan a diyar heye, jinav bibin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ew amade ne ji bo gotûbêjkirina ligel hemû aliyên Sûriyê ku armanca wan xizmetkirina xelkê Sûriyê û derxistina hêzên dagirker e.
MSD tekez dike ku ew nahêlin tawanbarên êrîşa ser nexweşxaneya Efrînê, bê ceza derbas bidin û ji Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku vê dosyeyê paşguh neke û hemû tawanbaran ceza bike.