Li ser fermana Mesrûr Barzanî pêwîstiyên nexweşxaneyên penceşêrê tên dabînkirin

Mehane milyarek û şeşsed milyon Dînar ji bo nexweşxaneyên taybet ên çareserkirina nexweşên penceşêrê li Herêma Kurdistanê tê veqetandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn, mehane milyarek û şeşsed milyon Dînar ji bo nexweşxaneyên taybet ên çareserkirina nexweşên penceşêrê li Herêma Kurdistanê tê veqetandin, ji bo kirîna derman û dabînkirina amêr û pêwîstiyên din.

Li gor nivîsa hejmar (7291) ku îro 20/6/2021 bi îmzeya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Omêd Sebah derketiye û arasteyî Wezareta Darayî û Aborî bûye, tê de hûrgiliyên razemendiya xerckirina wan pereyan ji bo nexweşxaneyên Nanekelê û Rizgarî li Hewlêrê, Hîwa li Silêmaniyê û Azadî li Duhokê heye.

Herwiha li gor biryara hejmar (7293) di 20/6/2021, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan daye, milyarek û 27 milyon û 600 hezar Dînar mehane li şûna norîngehan were dayîn ku di nivîsa Serokê Dîwanê de hûrgiliyên wê hatine diyarkirin.