Encûmena Asayişê piştgiriya projeyasaya dadgeha tawanên DAIŞê dike
Xwendina yekem ji projeyasaya dadgeha tawanên DAIŞê li Parlamentoya Kurdistanê re hatiye kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Pênc endamên hertimî yên Encûmena Asayişa Navdewletî piştgiriya damezirandina projeyasaya dadgeha tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê dikin û di demeke nêzîk de jî razemendiya xwe li ser damezirandinê dadgehê digihînin Parlamentoya Kurdistanê. Seroka Parlemantoya Kurdistanê jî dibêje: “Nêrînên cuda ên endamên Encûmena Asayişê li ser wê projeyasayê heye, piştî komkirina hemû nêrînan, wê demê dê projeyasaya ji bo pesendkirinê amade bibe.
Cîgira Konsulê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Mel Smart bi mebesta guftûgokirina li ser projeyasaya dadgeha tawanên DAIŞê serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û bi Seroka Parlamentoyê Rêwaz Faiyq re civiya. Brîtanya piştevaniya dadgehkirina tawanbarên DAIŞê dike û piştevaniya derbaskirina wê projeyasayê dike. Wezareta Derve ya Brîtanya di pêşerojê de kar ji bo dewlemendkirina projeyasayê dike û daxwaz dike qurbaniyên destê DAIŞê werin qerebûkirin.
Mel Smart ji K24ê re got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê bi hemahengî ji bo projeyasaya tawanên DAIŞî kar dikin. Pêwîst e bi awayekî yeksan ew kesên destê wan di tawanan de hene, bêne dadgehkirin û qurbanî jî bêne qerebûkirin.”
Herwiha got jî: “Ji bo vê mebestê, şêwirê bi Wezareta Derve ya Brîtanyayê re dikin, ji bo wê projeyasayê dewlementir bikin.”
Ji aliyê xwe ve Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq ji K24ê re got: “Me civînên şêwirê bi aliyên pêwendîdar ên navxweya Herêma Kurdistanê re kirine. Niha jî derbasî qonaxeke din bûne, ew jî bi aliyên navdewletî re dicivin. Em bi konsulxaneyan re diaxivin, ji bo ew jî bi wezaretên derve yên welatên xwe re biaxivin û piştgîriya vê dadgehê. Ji bo me girîng e ku Encûmena Asayişa Navdewletî çawa piştevaniyê li dadgeha tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê dike. Em hemû nêrînên cuda kom dikin.”
Xwendina yekem ji projeyasaya dadgeha tawanên DAIŞê li Parlamentoya Kurdistanê re hatiye kirin, niha jî Hikûmet, Parlamento û tîmên taybet bi tawanên DAIŞê li Netewên Yekgirtî li ser amadekirina projeyasayê û pesendkirina wê di guftûgoyan de ne.