Navçeyên Kurdistanî di rewşeke neasayî re derbas dibin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil got: Guftûgoyên Hikûmeta Herêmê ligel Bexda li ser navçeyên Kurdistanî berdewam in.
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji 16ê Cotmehê vir ve, navçeyên Kurdistanî di rewşeke neasayî re derbas dibin, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya şandeke taybet re çend caran bi Bexdayê li ser asayîkirina rewşa wan navçeyan gotûbêj kiriye, lê heta niha rewş weke xwe maye. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand, wan ji Bexdayê xwastiye ku bi awayekî cidîtir werin ser xetê.
Piştî rêkeftina li ser bûdceyê, niha dem hatiye ku Hewlêr û Bexda wan dozên ku bi salane hatine rawestandin vekin, girîngtirîn dosya jî ya asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ye, ji bo van dozan jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazê ji ku Bexda dike, bi cidîtir were ser xetê
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil got: “Guftûgoyên Hikûmeta Herêmê ligel Bexda li ser navçeyên Kurdistanî ne, ji ber ku doza Kurd, doza xakê ye, ji ber vê yekê ligel hikûmeta Iraqê ji bo cibicîkirina destûrê berdewam in. Ev karê pêşîne yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û bi berewam jî bi Hikûmeta Iraqê re li ser xetê ne.”
Ji 16ê Cotmehê vir ve, navçeyên Kurdistanî di rewşeke neasayî re derbas dibin, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rIya şandeke taybet re çend caran bi Bexdayê li ser asayîkirina rewşa wan navçeyan gotûbêj kiriye, lê bi nêrîna çavdêrên siyasî, ewê rêgiriyê dike ku heta niha rewş asayî nebe, hebûna grûpên çekdaran e.
Çavdêrê siyasî Nasir Mela Hekîm got: “Rêgirî li asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanê heye, lê divê hewlên cidî ji bo rawestandina milîsên çekdar û hin aliyên ku ecindeyên welatekî herêmê bi cih tînin, were kirin. Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Iraqê gelek hewl daye ji bo rewş asayî bibe.”
Di dema borî de, Bexda biryar da ku mehane 200 milyar Dînar bişîne Herêma Kurdistanê, ewê maye jî gihîştina pereyan e, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bendê ye Bexda bi biryarên xwe pabend be, da ku piştî wê jî ji bo çareserkirina dozên din kar bike.