Hewas Egît: Girtina nivîsgehên Kurdistan24ê dûrî demokrasiyê ye
Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve û Dîplomasiya Bereya Aştî û Azadî Hewas Egît li ser girtina nivîsgehên Kurdistan24ê yên li Rojavayê Kurdistanê axivî.
Hewlêr (K24) – Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve û Dîplomasiya Bereya Aştî û Azadî Hewas Egît li ser girtina nivîsgehên Kurdistan24ê yên li Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku girtina nivîsgehên Kurdistan24ê dûrî demokrasiyê ye, dûrî berjewendiyên xelkê deverê ye, dûrî berjewendiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.
Hewas Egît ji bajarê Lubeck yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser girtina nivîsgehên Kurdistan24ê yên li Rojavayê Kurdistanê axivî.
Egît bal kişand ser wê yekê ku ji dema damezrandinê ve Kurdistan24 bûye dengê her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî bûye dengê xelkê Rojavayê Kurdistanê.
Hewas Egît diyar ki: “Divê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, ji xelkê Serê Kaniyê bipirse, ji xelkê Efrînê bipirse, ji xelkê Girê Spî bipirse, ji xelkê deverê bipirse, gelo Kurdistan24 dengê wan digihîne cîhanê an na, Kurdistan24 dikare êş û janên wan bigihîne an na? Di gumana min de, xelkê Rojavayê Kurdistanê xweş bersiva wê da, bersiva vê biryarê hat dayîn.”
Egît diyar kir: “Bêguman em wisa dibînin ku ev biryar dûrî rastiyê ye, biryareke çewt e, tê xwestin ku di zûtirîn wext de ji vê biryara xwe vegerin û xwe rexne bikin li hember vê biryara hatiye standin, ji ber ku dema dengê Kurdistan24 an kîjan kanala ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê, di şert û mercên îro hene û astengiyê îro de ku xelkê me tê re derbas dibin, dema li wê derê karê xwe dike û dikare bibe dengê êş û janên miletê me… (Girtina nivîsgehan) ev dûrî demokrasiyê ye, dûrî berjewendiyên xelkê deverê ye, dûrî berjewendiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.”
Egît eşkere kir: “Hebûna kanaleke weke Kurdistan24ê û gihandina yek ji tiştên li cîhanê, li gor yasayên mafên mirovan, ji heqê her kesayetiyekî ye ku agahî bigihin wî, çi ji desthilatê be, çi ji hundirê civakê be. Bi baweriya min, jixwe danûstandinên Kurdî – Kurdî yek ji tiştên herî sereke û miletê me hemû ji bihîstina agahiyên van danûstandinan re tî bûne, Kurdistan24 bi rastî jî kariye bibe yek ji wan kanalên aktîv ên bikarin dengê beşên siyasî ên cuda cuda û pêşveçûnên van danûstandinan, bi nêzîkahî bişopîne û bigihîne xelkê deverê.”