YNRKSê girtina nivîsgehên Kurdistan24ê şermezar kir
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) bi daxuyaniyekê, girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Hewlêr (K24) – Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) bi daxuyaniyekê, girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Di daxuyaniya YNRKSê de hatiye diyarkirin: “Em bi nîgeranî ve biryara Rêveberiya Xweser – Encûmena Cîbicîkar - Fermangeha Ragihandinê dişopînin, ku biryar daye, destûra karkirinê ya Kurdistan24ê betal bike û rê nede karên nivîsgehên vê kanalê li Rojavayê Kurdistanê.”
Herwiha hatiye destnîşankirin: “Em li nivîgeha azadiyan a ser bi Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) di wê baweriyê de ne ku ev biryara Rêveberiya Xweser aliyekî siyasî pêve ye û xizmeta pêşeroja ragihandinê û azadiya rojnamevanî û doza Kurdan nake. Herwiha baweriya me ew e ku ev biryar binpêkirina pîvanên navdewletî û karê medyayê û mafên mirovan e, ku tekezî li ser azadiya fikr û ramanan dike.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, xizmeta berjewendî û xwesteka welatiyan û gelê Kurd bi giştî nake û di vê şert û mercên nebaş de ku li holê ye, pêwîstiya me bi ragihandineke pîşeyane û pêşketî û wêrek weke Kurdistan24ê heye.”
YNRKS diyar dike ku ew kanala Kurdistan24ê yek ji kanalên girîng a li Rojavayê Kurdistanê dibînin û ev kanal dengê gelê Kurd gihandiye her derê û bi şêwaza herî baş a pîşeyî, bûyer û geşedanên deverm şopandine.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya, tevî ku biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê şermezar dikin, daxwaz dikin ku ji vê biryarê vegerin û ti astengek li ber karê medyayê û azadiya ragihandin û rojnamevaniyê daneynin.”