Argentîna ji Paraguayê bir û derbasî qonaxa çarîka fînalê bû

Hilbijardeya Argentîna cihekî xwe di çaryeka fînala pêşbirka futbolê ya Copa Amerîkayê de girt.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Argentîna piştî serkeftina bi ser hilbijardeya Paraguayê, cihekî xwe di çaryeka fînala pêşbirka futbolê ya Copa Amerîkayê de girt.

Hilbijardeya Argentîna îro bi encama 1-0 bi ser hilbijardeya Paraguayê ket. Gola tekane ya Argentînayê di xuleka 10 de bi riya Papu Gomez hat tomarkirin.

Bi vê serketina Argentîna re, puanên wê di Koma A de bûn 7 puan ji 3 lîstikan. Herwiha bi du puanan ket pêşiya Chile û bi çar pûanan ket pêşiya Paraguayê.

Qehremaniya Copa Amerîkayê ji du koman pêk tê, di her komekê de 5 hilbijarde hene û ji her komekê 4 hilbijade derbasî qonaxa çarîka fînalê dibin.