NY: Sala par nêzî 2700 zarok di pevçûnan de hatine kuştin

NY: Sala par li cîhanê 8500 zarok hatine biçekkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî da xuyakirin, sala par di pevçûnên cuda yên li cîhanê de zêdetirî 8500 zarok hatine biçekkirin û di van pevçûnan de nêzî 2700 zarok hatine kuştin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres raporta salane ya “Zarok û Pevçûnên Çekdarî” arasteyî Encûmena Asayişa Navdewetî kir û tê de behsa kuştin û birîndarkirina zarokan, destdirêjiya cinsî li ser zarokan, binçavkirin an leşkerkirina wan, rêgirtina li gihîştina alîkariyan û armanckirina dibistan û nexweşxaneyan hate kirin.

Di raporê de hat, binpêkirin di 21 şer û pevçûnan de li dijî 19379 zarokan hatine kirin ku piraniya wan di sala 2020'an de li Somal, Kongo, Efganîstan, Sûriye û Yemenê pêk hatine.

Di raporê de her wiha tê gotin, sala borî 8521 zarok hatine biçekkirin, 2674 zarok di şerên cuda de hatine kuştin û 5748 zarok jî birîndar bûne

Herwiha di raporê de lîsteyeke reş jî heye, armanckirin jê ew e “lîsteya şermê” ji aliyên şer û pevçûnan re hebe, bi hêviya ku wan han bidin tedbîrên parastina zarokan bi cih bînin.