Mihemed Eqrawî: Kurdistan24 jêdera girîng a zanyariyan e

Endamê Komîteya Dakokîkirina Mafên Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Mihemed Eqrawî daxwaz dike ku biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê were betalkirin.

Hewlêr (K24) – Endamê Komîteya Dakokîkirina Mafên Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Mihemed Eqrawî daxwaz dike ku biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê were betalkirin û destnîşan dike ku Kurdistan24 jêdereke girîng a zanyariyan e.

Mihemed Eqrawî ji bajarê Akrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser girtina nivîsgehên Kurdistan24ê yên li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, diyar kir ku ew weke Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê girtina nivîsgehên Kurdistan24ê yên li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Eqrawî destnîşan kir ku girtina nivîsgehan karekî siyasî ye û armanca vê yekê ew e ku aştiya li her çar parçeyên Kurdistanê heye, têk bidin.

Endamê Komîteya Dakokîkirina Mafên Rojnamevanan diyar dike ku Kurdistan24 roleke girîng di gihandina dengê Kurdên Rojava de dilîze ku dengê wan digihîne cîhanê.

Mihemed Eqrawî daxwaz dike ku biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê were betalkirin, ji ber ku Kurdistan24 jêdereke girîng a zanyariyan e.