Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas girtina Nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojava şermezar dike
Sabrina Bennoui got: “Divê rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzê li azadiya ramanê û karên medyayê bigirin.”
Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas Sabrina Bennoui girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got: “Divê rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzê li azadiya ramanê û karên medyayê bigirin.”
Sabrina Bennoui ji Parîsê ji K24ê re ragihand, “Em bi tundî girtina nivêsgehên Kurdistanê şermezar dikin. Divê desthilatdar li her cihekî cihanê rê bidin azadiya rojnamegeriyê û ti sînorekê jê re deynenin. Ti sedemeke maqûl û pêbawer Ji bo girtina nivîsgeha Kurdistanê24ê li Rojava nîne. Em dizanin girtina wê ji ber sedemên siyasî ne. Di rastiyê de ti sedemek ji bo girtina ti dezgeheke medyayê ku bi berpirsyane nûçe û zanyariyan vediguhêze tune ye. Pêştir di meha Tebaxa 2019an de jî wan nivîsgeha Kurdistan24ê girtin, bêyî ku ti sedemeke guncaw hebe.”
Herwiha got jî: “Berî çend rojan hêzên asayişa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çend rojnamevan li wir binçav kirine û lêkolînan bi wan re dikin. Ev kiryara hêzên asayişê, rêgirtina li azadiya karê rojnamehgeriyê ye. Eger ew wek dibêjin ‘em demokrat in’, xala sereke ya demokrasiyê, parastina azadiya rojnamevaniyê ye.”
Sabrina Bennoui diyar kir jî: “Me girtina nivîsgeha Kurdistan24ê şermzar kir, ji bo ku xelk bizane ku ev binpêkirineke hişk li hember azadiya rojnamegeriyê ye û ji bo bizane ku azadiya li wê herêmê azadiya rojnamegeriyê ne li bar e. Girtina her kenaleke ragihandinê, pêwîstiya wê bi belgeyên gelekî zelal heye. Em ê li rûyê fermî jî karên pêwîst li ser vê dosyeyê bikin.”