Delgado: Girtina nivîsgehên Kurdistan24ê, sivikatîkirina bi perensîpên azadiya ramanê ye

Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya CPJ: “Em bi fermî daxwazê ji desthilatdarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li biryara xwe vegerin û nivîsgehên Kurdistan24ê vekin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Parastina Rojnamegeran (CPJ) Ignacio Delgado ragihand, girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, karekî gelek xirap e ji bo azadiya rojnamegeriyê û sivikatîkirina bi perensîpên azadiya raman û ragihandinê ye.

Ignacio Delgado ji K24ê re ji bajarê Monterrey ê Colombia ji K24ê re ragihand, “Girtina nivîsgeha Kurdistan24ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefeke cidî li ser xelkê ye, xelk ji nebûna deng û rengên cuda ditirsin. Daxwaz ji desthilatdarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikim li biryara xwe vegerin û biryara vekirina nivîsgehên Kurdistan24ê bidin, ji ber ku girtina wan, sivikatîkirina bi xwe ye.”

Ignacio Delgado got jî: “Divê rola medya û bîr û baweriyên cuda hebin, ji bo rewşa li wir heye veguhêzin. Kurdistan24 yek ji kenalên ku rewşa wê herêmê veguhastiye ye û karekî baş jî kiriye, ji ber wê girtina nivîsgehên Kurdistan24ê, dê bandorê li ser wan bi xwe bike. Wan ti belgeyek pêşkêşî civaka navdewletî nekirine ji bo nîşan bidin ku Kurdistan24 tundûtûjî belav kiriye.”

Tekez kir jî, “Em bi fermî daxwazê ji desthilatdarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li biryara xwe vegerin û nivîsgehên Kurdistan24ê vekin û rê bidin rojnamevan bi azadî karên xwe bikin.”