Li Rojhilat kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye; îro danê sibê pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Tete li nêzîkî bajarokê Sewlawa li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Fehîm Rostemzade yê 40 salî hat kuştin.