Li Hewlêrê êrîşa mûşekî: Mûşekek li ber mala welatiyekî ket
rbanga vê sibê 3 mûşek li sînorê Hewlêrê ketin xwarê û yek ji wan mûşekan li ber mala welatiyekî ket.
Hewlêr (K24) – Berbanga vê sibê 3 mûşek li sînorê Hewlêrê ketin xwarê û yek ji wan mûşekan li ber mala welatiyekî ket.
Peyamnêrê K24ê Hoşmend Sadiq ragihand; mûşek li derdora Hewlêrê ketin xwarê û heta niha nayê zanîn ji kû derê ve hatine avêtin.
Herwiha eşkere kir: “Yek ji wan mûşekan li gundê Sêwele ketiye xwarê û li ber malekê ketiye û neteqiyaye, tenê zirarên maddî hene, du mûşekên din jî li derbenda Gomespan ketine xwarê û tenê yek ji wan teqiyaye.”
Peyamnêrê me ji bo zanyariyên zêdetir pêwendî bi çend aliyên berpirs kir, lê heta niha bi fermî ti zanyarî derbarê mûşekan de nehatiye gotin û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine.