Dadgehê 22,5 sal cezayê girtîgehê da polîsê kujerê Floyd

Dadgeha Amerîkayê polîsê kujerê George Floyd bi 22 sal û nîv cezayê girtîgehê ve ceza kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Amerîkayê polîsê kujerê George Floyd bi 22 sal û nîv cezayê girtîgehê ve ceza kir.

Li gor zanyariyên çapemeniyê dadgeha Amerîkayê biryar da kujerê George Floyd, polîs Derek Chauvin re 22 sal û şeş meh cezayê girtîgehê daye.

George Floyd ê temen 46 salî roja 25.05.2020ê li bajarê Minepolîs a ser bi eyaleta Minnesota çubû dikanekî û 20 dolar ji bo kirîna tiştan bikaranîbû, lê xwediyê dikanê gumana sextebûna dolar lê kiribû û pêwendî li gel polîs çêkiribû.

Piştî hatina tîmeke polîs a dikanê efserê polîs Derek Chauvin çoka xwe danîbû ser sukra George Floyd û wî jî hewar kiribû ku “ez bêhnê nagrim” lê polîs guh nedabûyê û ew wisa kuştibû.