Li Efrînê teqînekê rû da.. 3 kes hatin kuştin

Li nava bajarê Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê qurbanî hene.

Teqîna Efrînê - 26.6.2021
Teqîna Efrînê - 26.6.2021

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nava bajarê Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê qurbanî hene.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, li nêzîkî taxa Pîşesazî ya Efrînê bombeyek bi otomobîlekê de teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kes hatin kuştin ku di nava wan de zarokek heye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Roja 15ê vê mehê jî li bajarê teqînek bi riya otomobîleke bombekirî hate kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û her car teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.