Amerîka êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê radigihîne, êrîşa îro, binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê êrîşa mûşekî ya îro li sînorê Hewlêrê bi tundî şermenzar kir.

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê li Twittera xwe belav kir, Amerîka êrîşa îro ya bi riya firokeyeke bê firokvan li Herêma Kurdistanê hatiye kirin şermezar dike.

Herwiha destnîşan kir ku êrîşa îro, binpêkirina serweriya Iraqê ye.