“Li Sûriyê 14537 girtî di bin eşkenceyan de hatine kuştin”
Piraniya wan li ser destê rêjîma Sûriyê hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Tora Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji Adara 2011an ve, 14537 kes di zîndanên Sûriyê de di bin eşkenceyan de hatin kuştin. Piraniya wan li ser destê rêjîma Sûriyê ne.
Bi boneya Roja Piştevanîkirina li Qurbaniyên Eşkenceyan ku di keve roja 26ê Hezîranê, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raporta xwe ya salane ya dehemîn li ser eşkenceyên ku di zîndanên Sûiyê de tên kirin belav kir û aşkere kir, ji sala Adara 2011an ve herî kêm 14537 kes di bin eşkenceyan de hatine kuştin.
Li gor raportê, di nava wê hejmarê de, 180 zarok û 92 jin hene.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, ji destpêka ve xwepêşander û siyasetmedar bi awayekî ne yasayî hatin girin û rastî lêdan û eşkenceyê hatin û rê ji bo wan nehat dayîn pêwendiyê bi malbatên xwe û parêzeran re bikin.
Destnîşan kir jî, eşkenceya ku rêjîma Sûriyê di zîndanên xwe de dike “dirêj û bêdawî” ye, bi awayekî ti sînorek ji eşkenceyan re tune ye. Piraniya qurbaniyên eşkenceyan jî ji parêzgha Hums û Der’ayê ne.
Tora Sûrî diyar dike, hemû aliyê krîza Sûriyê jî gelek awa û şêweyên eşkencedanê ji rêjîma Sûriyê birine û bi kar tînin, wek lêdanên bi awayên curbicur, bikaranîna eliktirîk, kişandina li pişt otomobîlan, birçîkirin û hîştina demên dirêj di zîndanên bi tenê de.
Li gor raportê:
Di zîndanên rêjîma Sûriyê de 14388 kes hatine kuştin, ji wan 173 zarok û 74 jin in.
Li cem DAIŞê 32 kes hatin kuştin, di nava wan de zarokek û 14 jin hene.
Di girtîgehên Desteya Tehrîr El-Şamê de 28 kes hatin kuştin, di nava wan 2 zarok bûn.
Di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de 67 kes hatin kuştin, di nava wan de 2 zarok û di jin heye.
Di girtîgehên “Artêşa Niştimanî” a opozîsyona Sûriyê de 47 kes hatine kuştin, di nava wan zarokek û jinek heye.
Li der destên hin aliyên din 25 kes di bin eşkenceyan de hatine kuştin, di nava wan de zarokek û jinek hene.