Herêma Kurdistanê bersiva Dadgeha Federalî dide

Herêma Kurdistanê bersiva Dadgeha Federalî ya Iraqê derbarê redkirina avakirina dadgeheke taybet bi tawanên DAIŞê dide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Dadê ya Herêma Kurdistanê îro ragihand, wezaret dê li ser neqebûlkirina Dadgeha Federalî ya danîna dadgeheke taybet ji bo tawanên DAIŞ'ê, lêkolînê bike. Destnîşan kir jî, heta niha derfet ji Herêmê re heye ku danûstandinê bike.

Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê Firset Ehmed ragihand, ew wek Herêma Kurdistanê, wan daxwazeke arasteyî Dadgeha Federalî ya Iraqê kirinê, ji bo damezirandina dadgeha tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê, ew daxwaz jî ji aliyê Dadgeha Federalî ve hatiye redkirin. Mebest ji damrzirandina wê ew e, kesên tawanên eşkencedan û kuştinê di nava rêzên DAIŞê de kirine, werin dadgehkirin.

Wezîrê Dadê destnîşan kir, du sal in Herêma Kurdistanê belgenameyên pêwîst ên tawanên teroristên DAIŞê kom dike û karên cîdî li ser kirine.

Firset Ehmed diyar kir, ew lêkolînê di biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê de dikin, lê tane li biryara Dadgeha Federalî nayê dayîn, lê hîn jî derfeta danûstandinê maye.

Pêştir Serokê Tîma UNITED û Dozgerê Giştî yê Navdewletî Kerîm Esed Ehmedxan pêşwazî li vê gava Herêma Kurdistanê kiribû. Di wê derbarê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya wî ji ber helwesta wî kiribû.