Îran: Gurkirina aloziyan ne di berjewendiya Amerîka de ye.
Wezareta Derve ya Îranê: “Amerîka di riyeke şaş de diçe”
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê derbarê bombebarankirina baregehên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê û kuştina 5 çekdarên Heşda Şeibî de ragihand, “Gurkirina aloziyan li navçeyê, ne di berjewendiya Amerîka de ye.”
Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, “Gurkirina aloziyan li navçeyê, ne di berjewendiya Amerîka de ye.” Tekez kir jî, “Amerîka di riyeke şaş de diçe, êrîşên li Sûriyê û Iraqê beşek ji quretiya wê ye.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got: “Em şîretan li rêveberiya Amerîka ya nû dikin, riya xwe biguhêre û li şûna ku krîz û pirsgirêkan ji gelên herêmê re diafirîne, bila gelên navçeyê bihêle bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin, bêyî ku ew destêwerdanê tê de bike.”
Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê di demekê de ye, Bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, îro berbangê firokeyên Amerîka baregehên hêzên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin û di encamê de 5 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.