Mezlûm Ebdî peyamek ji civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re şand

Mezlûm Ebdî: Divê bi dehhezaran çeteyên DAIŞê û malbatên wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, neyên jibîrkirin.

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) peyamek ji civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re şand û diyar kir, divê bi dehhezaran çeteyên DAIŞê û malbatên wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, neyên jibîrkirin. Her wiha banga vegerandina wan ji welatên wan kir.

Fermandarê Giştî ya HSDê Mezlûm ji Twittera xwe peymek ji civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re şand ku biryar e îro li paytexta Îtalya li Romayê were encam dan.

Naveroka peyama ku Mezlûm Ebdî ku şeva borî belav kiriye wiha ye: "Hevpeymaniya Navdewletî wê sibe bicive da ku têkçûna DAIŞê û misogeriya pêkanîna serkeftina mayînde nîqaş bikin, divê em ji bîr nekin ku hîna bi dehhezaran jin, zarok û çeteyên DAIŞê di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Herwiha Mezlûm bang li Hevpeymaniya Navdewletî dike ku wan kesan vegerînin welatên wan û piştgiriya bernameya xwendinê û têkoşîna li dijî hêzên tundraw bikin. Her wiha piştgiriya avakirina aramiyê û geşkirina aborî li herêmên rizgarkirirî bikin, da ku sedemên bingehîn ên tundûtûjiyê werin çareserkirin.

Wezîrên derve yên 83 welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê îro li Roma dicive û tê de metirsiyên dubare derketina DAIŞê û pirsa terorê gotûbêj dikin.