Silêmaniyê.. Grûpeke dizîna şûnwaran hat desteserkirin
Grûpeke dizîna şûnwaran li Silêmaniyê hat girtin, du pirtûkên olî yên kevin pê re bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpeke dizîna şûnwaran ku ji 5 kesan pêk tê li Silêmaniyê hat girtin, herwiha du pirtûkên kevn jî hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, roja 17ê Hezîrana 2021ê piştî komkirina zanyariyan, grûpeke dizîna şûnwaran ku ji 5 kesan pêk tê li Silêmaniyê hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, wê grûpê du pirtûkên kevin ji başûrê Iraqê dizîn û anîn bajarê Silêmaniyê, ji bo derxistina bo derveyî Herêma Kurdistanê.
Her du pirtûk, dîroka wan vedigere hezar sal berê û buhayê wê bi hezaran Dolaran e. Her du pirtûk olî ne û bi navê Tewret û Încîlê ne, li ser çerm û bi ava zêr hatine nivîsandin.
Ew grûp ji 5 kesan pêk tê, yek ji wan Erebekî xelkê Diyala ye û yên din xelkê Silêmanî û Hewlêrê ne û li gor madeya (60) ya şûnwaran hatine desteserkirin û lêkolîn derbarê vê dosyayê de berdewam e.