Îspanya bi ser Kirwatyayê ket û derbasî çarîka fînala EURO 2020 bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îspanyayê piştî serkeftineke zehmet bi ser hilbijardeya Kirwatyayê derbasî çarîka fînala UEFA EURO 2020 bû.
Hilbijardeya Îspanyayê şeva borî di qonaxa (16) a UEFA EURO 2020 de li stadiuma Parken li Denmarkê rûbirûyî hilbijardeya Kirwatyayê bû û bi encama 5-3 bi ser ket.
Destpêkê yarîzanê Îspanî Pedrî bi şaşîtî golek di berjewndiya Kirwatyayê de li tora xwe tomar kir, piştre Îspanyayê 3 golê li ser hev tomar kirin. Careke din hilbijardeya Kirwatyayê vegeriya û 2 gol tomar kirin û bi encama 3-3 wek hev bûn.
Piştî ku dema orjînal a yariyê bê gol bi dawî bû, her du hilbijarde du demên zêde lîstin, vêca hilbijardeya Îspanyayê du golê din tomar kirin û encam bû 5-3.