Swîsra Fransa şaş kir û ji UEFA EURO 2020 dûr xist

Hilbijardeya Siwîsrayê hilbijardeya Fransayê şaş kir û bi dûrxistina wê ji UEFA EURO 2020, nişkaviyek tomar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Siwîsrayê hilbijardeya Fransayê (Lehenga Cîhanê) şaş kir û bi dûrxistina wê ji UEFA EURO 2020, nişkaviyek tomar kir.

Hilbijardeya Siwîsrayê şeva borî di qonaxa (16) a UEFA EURO 2020 de li stadiuma Arena Nationala li Romanyayê rûbirûyî hilbijardeya Fransyê bû û bi encama 5-4 bi ser ket.

Destpêkê yarîzanê Swêsrî Haris Seferoviç di kêlîka 15ê de gola yekem tomar kir, piştre Fransayê di kêlîka 57 û 59 de du gol bi riya Karim Benzema tomar kirin, ji bo careke din Swîsra vegere û di kêlîkên 81 û 90 de bi riya Haris Seferoviç û Mario Gavranoviç du golên din tomar bike û encamê 3-3 wek hev bike.

Piştî ku dema orjînal a yariyê bê gol bi dawî bû, her du hilbijarde du demên zêde lîstin û lê ti aliyek bi ser neket, vêca derbasî lêdanên rasterast bûn.

Di avêtina lêdanên rasterast de, golkarê Swîsrî lêdana yarîzanê Fransî Kylian Mbappê vegerand û serkeftin da Swîsrayê.

Bi vê serkeftin, hilbijardeya Siwîsrayê dê di qonaxa çarîka fînalê de rûbirûyî hilbijardeya Îspanyayê bibe.