Tirkiyê geştên asîmanî bi şeş welatan re rawestandin

Tirkiyê geştên asîmanî bi Bangladeş, Brazîl, Efrîqa Başûr, Hîndistan, Nepal û Srîlanka re rawestanin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyê ji ber rêgirtina belavbûna cureya nû ya vîrûsa Koronayê, bi şeş welatan re geştên asîmanî rawestandin.

Wezareta Navxweya Tirkiyeyê da xuyakirin, geştên asîmanî bi welatên Bangladeş, Brazîl, Efrîqa Başûr, Hîndistan, Nepal û Srîlanka re heta biryareke nû hatine rawestandin.

Wezaretê da zanîn, biryar di çarçoveya rêgiriyên dijî belavbûna cureyên nû yên vîrûsa Koronayê hatiye girtin ku di welatên navborî de pêketiyên bi cureya nû ya vîrûsê zêde dibe.