Bi vîdyo.. Rojek li nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girtevîdyoyek derbarê çalakiyên xwe yên rojane di dema birêvebirina karûbarên hikûmetê belav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di girtevîdyoyekê de çalakiyên xwe yên rojane di dema birêvebirina karûbarên hikûmetê belav kiriye û tê de rojeke asayî li nivîsgeha xwe nîşan dide.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî girtevîdyoyek li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî belav kiriye, tê de awayê birêvebirina karê xwe yê rojane û pêşwazîkirina li mêvanan nîşan daye.
Wek di vêdyoyê de diyar dibe, Serokwezîr ji bilî cibicîkirina erkên xwe yên îdarî wek Serokê Hikûmetê û Serokê Encûmena Wezîran, pêşwazî li mêvanên nexweyî û biyanî û zarok û malbatên şehîdan jî dike.