PDK-S: Divê kujerên şehîd Emîn Îsa werin dadgehkirin
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) şehîdkirina endamekî xwe di girtîgehên PYDê de bi tundî şermezar dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) şehîdkirina endamekî xwe di girtîgehên PYDê de bi tundî şermezar dike û radigihîne, “Pêkanîna vê tawana kirêt di vê demê de ku hewldanên navdewletî û Amerîkî ji bo dubare destpêkirina danûstandinên yekrêziya helwesta Kurdî de heye, peyameke nerênî û xirap ji aliyê Rêveberiya Xweser a ser bi PYDê ve ye.”
Komîta Navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand, “Endamê Encûmena Şaxê ya partiya me Emîn Îsa Elî pişî ku 22 Gulana borî de ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hatibû xwastin û binçavkirin û ji bo girtîgeha Serdozgeriya Leşkerî ya ser bi PYDê ve hatibû veguhastin, di girtîgehên PYDê rastî eşkenceyên hovane hat û di bin eşkenceyê de hat şehîdkirin.”
Di daxuyaniya Komîta Navendî ya PDK-Sê de hat: “Piştî pişknîna bedena wî (Emîn Îsa) û li gor raporta bijîşkî, şopên îşkenceya hovane û şikestinê li hemû bedenê wî hene, bi amûrên giran li çok û stuyê wî hatiye xistin û pişt seriyê wî û pişta wî bi zeyta germ hatiye şewitandin.”
Komîta Navendî ya PDK-Sê dibêje: “Pêkanîna vê tawana kirêt di vê demê de ku hewldanên navdewletî bi giştî û yên Amerîkî bi taybetî ji bo dubare destpêkirina danûstandinên yekrêziya helwesta Kurdî di navbera ENKS û PYNKê de hene, peyameke nerênî û xirap ji aliyê Rêveberiya Xweser a ser bi wê (PYD) ve ye.”
Di daxuyaniyê de hat jî: “Em wek Komîta Navendî ya PDK-Sê di dema ku em vî karê hovane bi tundî şermezar dikin, daxwazê ji aliyê Amerîkî wek serperişkar û gerentîkarê danûstandinên yekrêziya Kurdî dikin ku bi erkê xwe rabe û van kiryar û tawanan rawestîne. Herwiha daxwazê ji rêxistinên navdewletî yê mafên mirovan dikin destêwerdan û lêkolînê di vê tawana kirêt de bikin û tawanbar û kujerên ev tawan kirine diyar bikin û bidin dadgeheke aşkere û bi çavdêriya navdewletî.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat jî: “Ev tawan li dijî belgeyên navdewletî û nirxên mirovatiyê ne û cihê wê em tekez bikin ku raportên sexte yên ji aliyê berpirsên PYDê ve derdikevin, armanc jê ew e ku rastiyên vê tawanê bincil bikin tawanbaran veşêrin.”