Parlamentoya Belçîkayê jenosîda welatiyên Êzidî bi fermî nas kir

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parlamentoya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand; Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê, bi piraniya dengan, jenosîda welatiyên Êzidî bi fermî nas kir.

Hewlêr (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parlamentoya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand; Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê, bi piraniya dengan, jenosîda welatiyên Êzidî bi fermî nas kir.

Dilawer Ajgeyî eşkere kir ku Endamê Parlamentoya Belçîkayê George Talaman di civîna parlamentoyê de spasî û pişygiriya xwe ji bo hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistamê nîşan da, ku ji bo serxistina projeyasayê xebatên cidî kir.

Di 4ê Tebaxa 2014an de piştî êrîşa çekdarên DAIŞê ya li ser navçeya Şingalê ku piraniya nişteciyên wê Kurdên Êzidî ne, ji aliyê DAIŞê ve, çendîn xort û kalemêr û ciwanên wan hatin jenosîdkirin.

Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Belçîkayê û civîna wî ya ligel Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo, herwiha civîna wî ligel Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê Sophie Wilmes ku di 10ê Hezîrana 2021ê de pêk hat, pêwendiyeke rasterast li ser vê biryara Parlamanetoya Belçîkayê hebû.

Di wan civînan de li ser metirsiyên terorê li navçeyê û parastina pêkhateyên cuda û tekezkirina li ser pêkvejiyanê hat axaftin.

Fly Erbil Advertisment