Li Hewlêrê pirtûka “Ayetên Apo” a Mihemed Selîm Çûrûkkaya hat îmzekirin

Pirtûka “Ayetên Apo” a Mihemed Selîm Çûrûkkaya ku ji bo zaravayê Soranî hatiye wergerandin.

Mihemed Selîm Çûrûkkaya
Mihemed Selîm Çûrûkkaya

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûka “Ayetên Apo” a Mihemed Selîm Çûrûkkaya ku ji bo zaravayê Soranî hatiye wergerandin, li bajarê Hewlêrê bi beşdariya hejmarek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar hat îmzekirin.

Merasîma îmzekirina pirtûka “Ayetên Apo” a Mihemed Selîm Çûrûkkaya şeva borî li Hewlêrê ji aliyê Dezgeha Medyayî ya Basê ve hetibû kirin û tê de hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar beşdar bûn.

Di wê derbarê de nivîskar Mihemed Selîm Çûrûkkaya ji K24ê re got: “Kesekî Misilman nikare ayetên Quranê red û rexne bike, ew neçar pê bawer bike, Mislimanê wiha neke jî gawir e û cezaya wî jî kuştin e. Wiha jî gotinên Apo (Abdulla Ocalan) endamekî PKKê nikare wê rexne bike û neçar pê bawer bike, ew pê bawer neke jê re tê gotin ku ajanê Tirkan e û cezayê wî kuştin e, ji ber wê jî min navê pirtûka xwe kir Ayetên Apo.”

Mihemed Selîm Çûrûkkaya got jî: “Di dema dawî de PKK êrîşî Pêşmerge kir, hin rewşenbîrên Kurd ên li Ewropayê ne dibêjin ku ew şerê birakujiyê naxwazin. Bi baweriya min, şerê birakujiyê tune ye, berî 20 salan Serok Barzanî biryar da, nabe Kurd bi destê Kurd bê kuştin. Pêşmerge heta îro şer nekiriye, lê PKKê şerê Pêşmerge dike, daxwaza me ji hemû rewşenbîrên Kurd ew e ku ji PKKê re bibêjin, eger îradeya te heye, hûn jî biryareke wiha bigirin, wê dema şerê birakujiyê çênabe.”

Mihemed Selîm Çûrûkkaya di sala 1954an de li gundekî ser bi navçeya Darehênê ya Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 1970an de tevlî siyasetê bû û di sala 1980an de ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hat girtin û gelek eşkence dîtin.

Çûrûkkaya ji ber doza endambûna PKKê, 28 sal cezayê zindanîkirinê lê hat birîn û 11 sal di girtîgehê de ma û di sala 1991ê de bi efûya sînordarkirî ku ji aliyê hikûmeta Turgut Ozal ve hatibû derxistin, ji girtîgehê derket.

Selîm Çûrûkkaya di sala 1991ê de çû Şamê û demekê li cem rêberê PKKê Abdulla Ocalan ma, piştre ji refên PKKê veqetiya û bûyerên ku dîtine di pirtûka xwe “Ayetên Apo” de nivîsandine.