Erdogan: 50 milyon dozên vaksînê hatin bikaranîn
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê da xuyakirin ku li Tirkiyê 50 milyon doz vaksîn hatine bikaranîn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê da xuyakirin ku li Tirkiyê 50 milyon doz vaksîn hatine bikaranîn. Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê jî îro ji saet 12ê nîvro pê ve, jimareya vaksînên ku hatine bikaranîn gihiştiye 50 milyonan.
15 milyon welatiyên Tirkiyê bi 2 dozan, nêzî 20 milyon welatiyan jî hêj tenê bi dozekê hatine vaksînkirin. Ango li Tirkiyê jimareya welatiyên ku, bi tenê dozekê yan jî bi her du dozên vaksînê hatine vaksînkirin, gihişte derdorê 35 milyonan. Tevahiya nifûsa Tirkiyê jî 82 milyon e.
Li aliyê din li Tirkiyê îro bo xebatkarên tendirustiyê û welatiyên temen mezin jî destûra bikaranîna sêyemîn doza vaksînê derket û bikaranîna sêyemîn dozê dest pê kir. Beşek mezin ya rêkarên vîrûsa Koronayê jî ji îro pê ve li Tirkiyê hatin sistkirin.