Rêveberiya Xweser daxuyaniyekê derbarê bersiva Lavrov bo K24ê de belav dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiva pirseke Kurdistan24ê da, Rêveberiya Xweser jî daxuyaniyek li ser bersiva Lavrov belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser li ser bersiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê re daxuyaniyek belav kir û ragihand, Rêveberiya Xweser pêşwazî li rola Rûsyayê dike û ew amade ye bi Şamê re diyalogê bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duhî di konferanseke rojnamevanî de di pirsa Kurdistan24ê de ragihand, “Me bi awayekî berdewam gotûbêja navbera Kurd û Şamê han daye û wan bi mayîna Amerîkayê pêwendiyên xwe ligel Moskowê kêm kirine.” Herwiha eşkere kir: “Min ji rayedarên Herêma Kurdistanê re gotiye ku nimûneya pêkvejiyanê bigihînin Kurdên Sûriyê.”

Derbarê vê daxuyaniya Lavrov de, îro Komîta Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, “Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duhî li ser diyaloga bi Şamê re axivî, em di Rêveberiya Xweser de jî vê gavê erênî dibînin û hêvî dikin ku Rûsya bi roleke erênî di vê diyalogê de rabe û me berê gotiye ku em bi diyaloga niştimanî re ne.”

Herwiha got: “Pêştir çend hevdîtin bi Şamê li ser vê yekê hatin kirin û Rûsya jî agahdar e ku sedema têkçûna wê diyalogê, rêjîma Sûriyê ye, ji ber ku ew rijd e rewşê vegerîne wek ya berî krîza Sûriyê, herwiha hemû kiryarên ku rêjîma Sûriyê niha li çargoşeyên ewlehiyê yên li herêma Cizîr û Helebê dike, bi kedên destpêkirina diyalogê re nagunce.”

Rêveberiya Xweser tekez dike, “Pabendbûna me bi diyalog û çareseriya niştimanî, perensîpeke stratejîk e û em ligel rola Rûsyayê, pêşwaziyê li her navbênkariyekê dikin, ji bo gihîştina bi encamên praktîkî di vê çarçoveyê de. Rêveberiya Xweser amade ye bi Şamê re bikeve diyalogê, lê bi mercê ku Şam rewşa herêmên Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên wê û qurbaniyên ku di şerê li dijî terorê de dane li ber çav bigire.”

Ligel ku nivîgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji roja 20ê Hezîrana 2021ê bi biryareke Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser hatiye girtin û karê wê lê hatiye qedexekirin, lê Kurdistan24 her berdewam e bi gihandina dengê Rojavayê Kurdistanê bo navendên biryardanê yên cîhanê û bi berpisatiya niştimanî serederiyê bi bûyer û pêşhatên Rojavayê Kurdistanê re dike. 

Evê li jêr jî, bersiva Lavrov li ser pirsa Kurdistan24ê ye: