17. Pêşangeha Mîmarî li Diyarbekirê hat vekirin
Jûra Yekîtiya Endezyar û Avahîsazan TMMOB pêşangehên projeyên mîmarî ku îsal xelat wergirtine vekir.
Diyarbekir (K24) – Jûra Yekîtiya Endezyar û Avahîsazan TMMOB pêşangehên projeyên mîmarî ku îsal xelat wergirtine vekir. TMMOB li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê, ji du salan carekî pêşangehên bi vî rengî ve dike û îsal jî projeyên avahîsazan ku xelat wergirtine li Mala Dengbêjan ya Diyarbekirê hat vekirin. Avahîsaz radigihînin ku bi xweza û ahenga hewildorî re lihevkirî çêkirina projeyên mîmarî û berhevanîna fikrên cuda di vê projeyê de girîngiyên serekî ne.
Baştirîn projeyên avahîsazî ku îsal ji aliyê lijneya bijarde ya li Tirkiyeyê û bakûr ve hatine bijartin ji aliyê TMMOB’ê ve li bajarên cuda wek pêşangeh hatin raxistin. Rêvebirên saziyên mîmarî balê dikşînin ku avahîsazî, pişeyeke ku her tim bi pêş dikeve ye û bi van pêşengehan jî, avahîsazên nû derfetê dîtina mînaqên baş yên mîmarî bibinin bidest dixin.
Hevserokê Jûra Avahîsazan ê Diyarbekirê Ferît Kahraman ragihand ku ji sala 1988’an ve TMMOB ji du salan carekî, nirxandina projeyên mîmarî dike û mîmariyên baş xelat dike. Îsal jî di 4 beşan de 9 xelat hatine dayîn û mebest ew e ku vê pişeya li gor hemahengiya xwezayî û hewildorî bipêş bê xistin e.
Ferît Kahraman ji K24ê re got: “Mebest jî vê projeya ku 32 sal e didome, li gor xweza, çand û hewildorî bipêşxistima pişeya Mîmarî ye. Ji parastina bermayiyên dîrokî heta ji alet û amûrên teknolojiya nû çêkirina avahiyan; hemû proje û boçûn di vê projeye de tên nirxandin. Em dixwazin li gel avahîsazî, parastina xwezayê jî bikin wek rêbazekî û piştgiriya projeyên baş jî bikin da ku mîmarî bipêş bikeve û ji bo avahîsazên nû jî îlham peyda bibe.”
Avahîsazên nû jî, serdana pêşangeha li Diyarbekirê kirin û bi baldarî li projeyên peşkeş kirî çav gerandin.
Ûlaş Karakaş jî 2 sal in ku endezyarê avahîsazî ye û tîne ziman ku ew bi hevaleke xwe re hatiye û projeyên mîmarî yên gelek baş û balkêş jî dîtine, di nav xwe de kêmasiyên hin projeyan jî rexne kirine. Karakaş anî ziman ku bi her hal pêşangehên wiha ji bo wan derfet û sûdên mezin peyda dikin da ku xwe bipêş bixin.
Ûlaş Karakaş got: “Jûra Avahîsazan bi rastî kar û xebatên gelek baş dikin. Em jî wek avahîsaz xebatên wan yê balkêş dişopînin. Heta ku em bikarin jî bi taybet beşdarî xebatên Jûra Avahîsazan a Diyarbekirê dibin. Ez ji karê avahîsazî pir hez dikim û dixwazim di pişeya xwe de karên baş bikim, îro jî em hatin da ku ji vê pêşangehê sûd bigirin û gelek jî sûdbexş e”
17. Pêşangeha Avahîsazî li Diarbekirê dê di navbera 3 û 5’ê Tîrmehê de, li Mala Dengbêjan ji bo serdanan vekirî bimîne.