Pasdarên ÎRanê: Du tankerên petrolê li Tengava Hurmizê teqiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku di çend seetên borî de du tankerên petrolê li Tengava Hurmizê bi mînên deryayî ketin û rûbirûyî teqîneke bihêz bûn, eşkere jî kir ku yek ji wan tankeran ku supertanker bûye û zêdetirî du milyon bermîlên petrola xav hilgirtibû bi temamî binav bûye.

Peywendiyên Giştî yên Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran îro Yekşem, 15ê Mijdara 2026ê, di ragihandinekê de amaje bi wê yekê kiriye ku ew her du keştî di rêya başûrê Tengava Hurmizê de tevgeriyane, ku ji aliyê Tehranê ve wekî rêyeka neqanûnî û devera qedexekirî hatiye diyarkirin.

Li gorî wê ragihandinê, wan tankeran bi piştgiriya artêşa Amerîkayê hemî sîstemên nasîn û diyarkirina cihê xwe vemirandibûn daku bi awayekî nepenî di nava wê tengavê re derbaz bibin, lê ew bi mînên deryayî ketine û piştî teqîneke gelek bihêz agir bi wan ketiye.

Artêşa Pasdaran eşkere jî kiriye ku yek ji wan her du keştiyan supertanker bûye û piştî teqînê û agirketineke giran, di avên başûrê Kendavê de bi temamî binav bûye, herwisa hişyarî da masîgirên deverê jî ku di dema nêçîrkirinê de rêkarên selametiyê li ber çav werbigirin daku nekevin ber paşmayiyên keştiya binavbûyî.

Di pareka din a ragihandina xwe de, Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran hişyariyeka tund da xwediyên tankeran, rêveberên kompaniyên keştîvaniyê û deryavanan ku nêzîkî deverên qedexekirî yên Tengava Hurmizê nebin, herwisa gefa wê yekê jî xwar ku her keştiyek pabendî rênimayî û rêyên diyarkirî yên Îranê nebe û bi piştgiriya artêşa Amerîkayê bizava derbazbûnê bike, dê her ew çarenivîs bi serê wê bê.